Nûçeyên Iraqê

Bombebaranek li bakur-rojavayê Sûrîyayê 11 sivîlan dikuje

Bombebaranakirina rejîma Sûrî û Rûsîya roja Yekşemê (28ê Tîrmehê) 11 sivîl li bakur-rojavayê Sûrîyayê kuştin, ku êrîşên giran bûn sedema kuştina bi sedên kesan ji Nîsanê de, AFP di raportekê de ragihand.

Êrîşên êsmanî hevdem ligelêrîşkirina rejîmê li ser tundrew û çekdarên bi ser opozîsyonê ve li parêzgeha Hemayê hat, ku di encamê de neh çekdar hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê dîyar kir ku di şerê li gundê Til Milih ê li bakurê Hemayê de jî çar leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Bakurê Hemayê, ligel parêzgeha Idlibê û beşine Heleb û Laziqiyayê, li jêr destê Tehrîr el-Şam in.

Êrîşên rejîmê roja Yekşemê pênc sivîl li bajarokê Erîha yê Idlibê kuştin, êrîşên Rûsîyayê jî sê sivîl li bakurê Hemayê kuştin, Rewangehê got.

Rewangehê anî ziman ku bombebaran û êrîşên asmanî yên rejîmê sê sivîlên din li deverine din li bakur-rojavayê herêmê kuştin.

Rewangehê bi bîr xist ku bombebaran piştî êrîşên asmanî yên rejîm û Rûsîyayê li ser herêmê bi rojekê tê, ku 15 kesan jîyana xwe ji dest da, di nav de 11 ji Erîhayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500