Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 19 gundên Enbarê ji teqemenîyan paqij dikin

Nozdeh gund li rojavayê Parêzgeha Enbarê ji paşmahîyên şer, û mîayînên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pey xwe hiştibûn hatin paqijkirin, Fermandarîya Polîsê Enbarê Înê (26ê Tîrmehê) ragihand.

Hêzên Îraqî gundên li Qaim, Rutba û Bexdadîyê ji teqemenîyan paqij kirin bi alîkarîya Hevpeymanîya Navdewletî, ya ku sensor û destnîşanker di destpêka Tîrmehê de dabîn kirin, serokê polîsê Enbarê, lîwa Hadî Kesar Erzayic ragihand.

"Bêhtir ji du ton teqemenî ji 19 gundan hatin rakirin, û rê bo tîmên sivîl hat dan ku operasyonên paqijkirinê, pakkirinê û amadekirinê li ser asteke berfieh pêk bînin berî ku ew dest pê bikin sîvlan vegerînin malên wan," wî ji Diyaruna re got.

Wî ragihand ku hêzên ewlekarîyê mayîn pûç kirine beyî wan biteqînin bo ziyanê negihînin mal û milkên şênîyan.

"Ev tenê bi saya alavên nûjen ên ku Hevpeymanîya Navdewletî dane alîyê Îraqî pêkan bû," wî daxuyand.

Wî got ku Polîs, Berevanîya Sivîl û Yekîneya Endazyarî ya Artêşa Îraqî di vê xebatê de cih girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500