Nûçeyên Iraqê

Seroka Mafên Mirov li NY "xemsarîya" têkildarî xwînrijandina li Sûrîyayê şermezar dike

Seroka Mafên Mirov li NY Înê (26ê Tîrmehê) "xemsarîya navdelwetî" ya têkildarî zêdebûna mirinan li Sûrîyayê şermezar kir, û haydarî da ku kesên berpirsyar ji êrîşên asmanî yên sivîlan armanc dikin dibe ji ber tawanên şer bên dadgehkirin.

Ji dawîya Nîsanê de, rejîma Sûrî û Rûsya êrîşên kujêner li ser herêma Idlibê pêk tînin.

Komîsyonera Bilind a NY bo Mafên Mirov Mîşêl Baçelet got ku ew pir nîgeran e ji ber "xemsarîya navdewletî ya têkilarî zêdebûna hejmara kuştîyên sivîl yên ji ber berdewambûna êrîşên asmanî li Idlibê".

Baçelet teqez kir ku sazîyên nûjdarî, dibistan, bazargeh û armancên sivîl ên berçav ketine ber lêdanan de.

"Ev armancên sivîl in, û pir dûr e, li gorî şêwazên êrîşan, ku ew hemû bi rasthatinî hatibin pêkanîn," wê di daxuyanîyekê de got.

"Êrîşên bi mebest li ser sivîlan tawanên şer in, û yên ku fermana wan dikin yan wan pêk tînin weke tawankaran berpirs in ji ber van kiraran."

Bêhtir ji 730 sivîl hatine kuştin li Idlibê di êrîşên asmanî û lêdanên rokêtan de ji bal rejîma Sûrî û hevalbendên wê ji dawîya Nîsanê de, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500