Nûçeyên Iraqê

NY: Zêdetir ji 400,000 kes li bakurê-rojavayê Sûrîyayê bêwar bûne di nava sê mehan de

Bêhtir ji 400,000 kes li bakurê-rojavayê Sûrîyayê di sê mehên dawî de bêwar bûye, NY Înê (26ê Tîrmehê) ragihand, û rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê berdewam in di bordumankirina herêmê de, AFP ragihand.

"Bêhtir ji 400,000 kes bêwar bûye ji dawîya Nîsanê de," David Swanson ji Ofîsa Karûbarên Mirovî ya NY (OÇA) ragihand.

Herêma aniha li jêr êrîşê ye mal û penageh e ji zêdetir ji sê milyon kes re, ku dora nîvê wan ji deverên din ên Sûrîyayê xwe lê girtine.

Ew hema bibêje ku tevahîya Idlibê, û beşinan ji parêzgehên Heleb, Hema û Laziqiya yên cîran dide ber xwe.

OÇA got ku piranîya bêwaran ji başûrê Idlibê û bakurê Hemayê ne, ku ev her du dever bi awayekî berfireh ziyan gihiştiye wan.

"Piranîya kesên direvin berê xwe dan parêzgeha Idlibê û hejmareke biçûktir berê xwe dan bakurê parêzgeha Helebê," OÇA got. "Kêmzêde, du sêyekên bêwaran li derveyî kampan dimînin."

Herêm li jêr kontrola hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam e.

Ji dawîya Nîsanê ve, bêhtir ji 740 sivîlan di bordumaneke hewayî û topbarankirina herêmê de ji hêla rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê hatine kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

OÇA got ku ji dawîya Nîsanê de wê 39 êrîş li ser sazîyên tendirustî û xebatkarên nûjdarî li herêmê belge kirine.

Wê daxuyand ku herî kêm 50 dibistan di êrîşên asmanî û topbarankirinan de hatine wêrankirin.

Êrîşa asmanî ya rejîmê bazarek ji bajarokê Seraqibê li Sûrîyayê armanc kir, û êrîşa duyem a li ser heman bazarê di vê heftîyê de bû sedema kuştina sivîlekî û birîndarbûna çend sivîlên din, li gorî Rewangehê.

Rewangehê got ku du sivîlên din hatine kuştin û 20 kesên din birîndar bûne di êrîşên rejîmê de li ser deverine din li herêmê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500