Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî 12 sivîlan li bakurê-rojavayê Sûrîyayê dikujin

Êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê û hevalbenda wê Rûsyayê 10 sivîl kuştin, ku sê ji wan zarok in, li bakurê-rojavayê Sûrîyayê Pêncşemê (25ê Tîrmehê), AFP ragihand.

Bordumankirina navçeya di destê tundrewan de bû sedema kuştina bi sedan, wêranbûna navendên tenduristî û dibistanan, û herwiha derbederbûna 330,000 kesan ji malên wan.

Rêxistina Save the Children got ku hejmara zarokên ku li Idlibê di heyama çar heftîyan de hatine kuştin hejmara zarokên ku li heman herêmê di dirêjahîya sala par de hatine kuştin derbas kiriye.

"Rewşa aniha a Idlibê mîna kabûsekî ye," karmenda rêxistina xêrxwazî Sonya Xûş ragihand.

"Zelal e ku careke din zarok di êrîşên bêserûber de hatine kuştin û birîndar bûne," wê di daxuyanîyekê de ragihand.

Pêncşemê, êrîşên asmanî yên Rûsyayê heft sivîl li navçeyê kuştine -- di nav de zarokek -- ya ku bi piranî li nava û derdora bajarokê Maeret Numanê li parêzgeha Idlibê ye, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku êrîşên asmanî yên rejîmê pênc sivîl kuştin -- du ji wan zarok in -- li parêzgeha Helebê.

Navçeya rastî êrîşên asmanî tê beşekî mezin ji parêzgeha Idlibê, herwiha hin deverên cîran ên ji parêzgehên Heleb, Hema û Laziqiyayê pêk tîne.

Bêhtir ji 730 sivîlan di êrîşên asmanî û rokêtên erd-erd de hatine kuştin bi destê hikûmeta Şamê û hevalbendên wê ji dawîya Nîsanê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500