Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê general Kenneth McKenzieya bo yekemîn car serdana bakurê Sûrîyayê dike ji çaxê wî dest bi vî karî kiriye, AFP ragihand.
McKenzie -- yê serpereştîya operasyonên Amerîkayê li Rojhilata Navîn dike-- di dawîya Adarê de şûna general Joseph Votel girt.
Çûna Votêl piştî çend rojan paş bidestxistina Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) parçeyê herî dawî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bakur û rojhilatê Sûrîyayê bi piştevanîya Amerîkayê hat.
Piştî pêngava ku çend mehan dirêj kir, Kurdên Sûrîyayê aniha bi hezaran girtîyên DAIŞê di girtîgehên wan de dihêlin û bi dehhezaran jin û zarok li kampên tije-xelk ên li jêr destên wan li beşinan li bakur- rojhilatê Sûrîyayê dijîn.
Wan her û her ji welatên biyanî xwestiye ku dora 1,000 çekdarên xwe yên tundrew û bi dehhezaran jinên ne-Sûrî yên girêdayî rêxistinê werbigirin jî, lê piranîya welatan dudil in.
Di serdana wî de, McKenzie û fermanarê giştî yê QSD Mezlûm Ebdî "pirsgirêka kamp û girtîyên DAIŞê yên di destê QSD de ne gotûbêj kirin," hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de eşkere kir.
Ew herwiha derbarê hevahengîya di navbera hevpeymanîya navdewletî û QSD de bo peygerîna li şanên razayî yên DAIŞê axêvîn, daxuyanîyê got.
Rêxistina tundrew êrîşên xwe yên kujêner bi rêya otombîlên bombebarkirî û şewitandina zevîyên genim ên serekî li navçeyên li jêr kontorla QSD, tevî têkçûyîna wan rêxistinê ya leşkerî jî, berdewam kirin.