Nûçeyên Iraqê

Dadgeha Gibraltarê heyama girtina tankera Îranî bo 30 rojan dirêj dike

Dadgeha Bilind a Gibraltarê Înê (19ê Tîrmehê ) biryar da ku tankere Îranî ya gumanbar e bi binpêkirina cizayan, ew jî şandina neftê bo Sûrîyayê, dibe bo bêhtir ji 30 rojan bê girtin, emîndarê giştî yê xaka Brîtanî ragihand.

Gemîya barhilgir a qerase a Grace 1 supertanker, a ku radihêje 2.1 milyon bermîlên neftê, ji alîyê Hêzên Deryayî yên Şahnişînê yên Brîtanî û polîsê Gibraltar roja 4ê Tîrmehê rêgirî lê hat kirin, li avên ku Gilbralar dibêje ew li milê başûrî yê Spanyayê ne, AFP ragihand.

Fermaneke seretayî ya dadgehê ya destûra girtina gemîyê dide dê Înê biqede. Dibe ku ferman bo bêhtir ji 90 rojan dirêj bike.

"Em dixwazin kar bi awayekî avaker û erênî ligel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê re berdewam bikin bo hêsankirina serbestkirina Grace 1 li gorî hemû gerekdarîyên yasayî," SerokWezîrê Gibraltarê Fabyan Pikardo ji parlemanê herêmê re got.

Pikardo eşkere kir ku wî Pêncşemê civîneke "erênî û avaker" bi rayedarên Îranî re li Londonê pêk anîye, hevdem ligel bilindbûna tengejîyan ji ber girtina tankerê di avên herêma Brîtanî de.

Berpirsên Gibraltar û Amerîkayê bawer dikin ku tankerê bo Sûrîyayê hatibû terxankirin bo veguhestina neftê, ev yek jî binpêkirin e ji sizayên Ewropayî û Amerîkî re.

Îranê bi hêrs bersiv da, û heydarî da ku dê bûyera girtinê bê bersiv nemîne.

Heftîya borî, gemîyeke serbazî ya Brîtanî li Kendavê qeyikên çekdar ên Îranî yên hewl dan gemîyeke qerase ya Brîtanî rawestînin haydar kir. Paşê Londonê bicihkirina du gemîyên serbazî yên din li herêma Kendavê di mehên werin de ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500