Nûçeyên Iraqê

3 gumanbarên bi terorê, û qaçaxçîyekî şûnwaran li Bexdayê tên girtin

Sê gumanbarên bi terorê û qaçaxçîyekî şûnwaran li deverên cuda yên Bexdayê hatin girtin, Fermandarîya Operasyonên Bexdayê di daxuyanîyekê de Pêncşemê (18ê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê sê kesên ji ber sûcên cuda ên têkildarî terorîzmê tên xwestin di operasyonên ku li başûr û rojavayê Bexdayê de şeva borî û beyanîya Pêncşemê hat pêkanîn, girtin," daxuyanîyê got.

"Qaçaxçî û bazirganekî xeternak jî di kemînekê de li devera Kolana Filestînê, li rojhilatê Bexdayê hatin girtin," daxuyanîyê eşkere kir.

Daxuyanîyê got ku çend huneîrkarî pê re bûn ku vedigerin serdema Asûrîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500