Nûçeyên Iraqê

Balefirên şer ên Hevpeymanîyê 7 çekdaran li Selahedînê dikujin

Heft çekdar di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî de, ya bi hevkarî ligel hêzên Îraq, li parêzgeha Selahedînê hatin kuştin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Duşemê (15ê Tîrmehê) ragihand.

"Hêzên ewlekarî yên Fermandarîya Operasyonên Selahedînê êrîşeke ewlehî ya berfireh li parêzgehê bi piştevanîya balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî pêk anîn," wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.

"Terorîstek di êrîşekê de li ser veşartgeheke 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) hat kuştin, û heft çekdarên din di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîyê de ya di çarçoveya heman operasyonê de bi hevahengî ligel hêzên Îraqî yên li ser zemînê," daxuyanîyê got.

Daxuyanîyê eşkere kir ku dest li ser navgînek, çend motor, alavên pêwendîkirinê, çek, dolarên Amerîkî û lîreyên Sûrî, û çend aytimên din di êrîşê de hat danîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500