Nûçeyên Iraqê

Rêxistinên mafnas: Şam yasaya terorê bi kar tîne bo destdanîn li ser pereyan

Hikûmeta Sûrîyayê yasaya 2012an ya dijî-terorîzmê bi kar tîne bo cezakirina malbatên gumanbar bi rêya destdanîn li ser pereyên wan, Human Rights Watch Sêşemê (16ê Tîrmehê) ragihand, û ew bi pêkanîna "cezakirina bihevreyî" tawanbar kir.

"Cezakirina xelkê li gorî pêwendîyên wan ên xizmetîyê bi kesekî gunehkar re, ne li gorî berpirsyarîya wan ji tawanekê, pêkanîna Yasaya 63 a wezareta Darayî cezakirina bihevreyî ye," AFP xwe sipart beşkekî ji raporta HRW û got.

Yasaya 63, ku beşeke ji yasaya Sûrî bo dijberîbûna terorîzmê, rê dide Şamê ku dest deyne ser mal û milkên xelkên heta zelalbûna encamên lêkolînên tawankarîyên têkildarî terorîzmê, heta ku ne sûcdar bin jî, li gorî HRW.

Rêxistinê got ku yasa bi awayekî berfireh bo cezakirina malbatên gumanbar tê bi kar anîn, û xizmên wan jî di metirsîyê de ne.

"Sûrîya Yasaya 63 bi kar tîne bo pêkanîna kiryarên bêserûber û zordar bo mehrûmkirina xelkê ji debara jîyanê," Lema Fakih, cîgera serokê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê yê HRW ragihand.

Yasaya dijî terorîzmê , ya ku di Tîrmeha 2012an de hat derxistin, desthilateke mezin dide hikûmetê ku li gorî wê "ew dikare hema bibêje her karekî weke sûcekî terorî bi nav bike", li gorî lêkolînên rêxistinên mafnas.

HRW got ku ew berê dihat bikaranîn bo tawanbarkirina xebatên dabînkirina alîkarîya mirovî, tomarkirina binpêkirinên mafên mirov û beşdarbûna di nerazîbûna aştîyane de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500