Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên rejîmê 9 sivîlan li bakurê-rojavayê Sûrîyayê dikujin

Êrîşên asmanî yên rejîmê Sêşemê (16ê Tîrmehê) neh sivîl li asêgeha opozîsyonê li bakur-rojavayê Sûrîyayê kuştin, navçeya ku ev çend meh in armanca bordumanên rejîmê û Rûsyayê ne, AFP ragihand.

Sê zarok di nav her neh kuştîyan de bûn li nêzî Maeret Numanê, bajarokê ku dikeve beşê başûrî yê parêzgeha Idlibê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Tê payîn ku amara kesên mirî zêde bibe ji ber ku birînên hinek qurbanîyan giran in, li gorî Rewangehê.

Balefirên şer ên Rûsyayê û rejîma Sûrîyayê êrîşên xwe yên asmanî li ser Idlibê ji dawîya Nîsanê de himbiz kirine, û bêhtir ji 600 sivîlan di wan de hatiye kuştin, û li hember 52 kes bi agirê opozîsyonê hatine kuştin, li gorî Rewangehê.

Hêzên rejîmê êdî di şerê li hember tundrewan û şervanên opozîsyonê de li tixûbên navçeyê teqinîne, navçeya ku bakurê parêzgeha Hemayê jî dihundirîne, hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam wê kontrol dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500