Nûçeyên Iraqê

9 endamên DAIŞê tên kuştin di êrîşên asmanî yên Hevpeymanîyê de li Nînewayê

Êrîşên asmanî yên Hevpeymanîya Navdewletî neh milîtanên "Dewleta Îslam" (DAIŞ) li deverên biyabanî li bakur û rojavayê Nînewayê di her du rojên dawî de kuştin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Duşemê (15ê Tîrmehê) ragihand.

"Xebatên hevaghengîyê yênhevbeş di navbera hêzên bejahî yên Îraqî û Hevpeymanîya Navdewletî de di her du rojên derbasbûyî de bûn encama çendîn êrîşên asmanî yên serketî ji hêla balefirên şer ên Hevpeymanîyê ve li Snêsla, Beac û Hetrayê," fermandar lîwa Numan Zewbeî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku çend veşartgehên DAIŞê hatine armanckirin, û da zanîn ku neh milîtan hatin kuştin, û du depoyên çek, cebilxane û teqemenîyan di êrîşên asmanî de hatine wêrankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500