Nûçeyên Iraqê

Sûrîya borîyên gazê çak dike piştî êrîşên têkder

Rejîma Sûrî got ku kargeheke gazê xebatên xwe roja (15ê Tîrmehê) berdewam kirin piştî çaksazkirina borîyên gazê yên sereke, yên ku ji ber êrîşeke xerabker hatibûn rawestandin, AFP di raportekê de ragihand.

"Kargeha Ebla ya gazê hilberîna xwe bi temamî berdewam kir" sibeha Duşemê piştî çaksazkirina lûleyên ku hatibûn xerabkirin, Wezareta Neft û Çavkanîyên Hesinî di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Borîyên li Badîyayê (biyabanê), ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li wir e, gazê ji zevîyê Şair ê li jêr kontrola rejîmê, ku ew zevîya herî mezin a gazê ya welat e, vediguhêze kargeha Ebla ya li Homsê.

Li gorî wezaretê, Kargeha Ebla 2.5 milyon metr sêcar gaz rojane dertîne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku bombeyekê lûle kiribûn armanc.

Tu alîyî yekser ev yek negirt ser xwe.

Herêma Badîyayê qada şer û pevçûnên di navbera rejîm û DAIŞê de ye, ku kare xwe lê ragire tevî ku piranîya erdên Sûrîyayê ji dest daye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500