Nûçeyên Iraqê

DAIŞ êrîşa bi otombîleke bombrêjkirî li nêzî kenîseyeke bajarê Qamişlo li xwe digire

Otombîleke bombrêjkirî li nêzî kenîseyekê li bajarê Qamişlo li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê Pêncşemê (11ê Tîrmehê) teqîya, û çend kes birîndar bûn, AFP ragihand.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berpirsyarîya xwe ji êrîşê angaşt kir.

Dergehê hesinî yê kenîseyê hinekî hatibû xwar, lê avahî bi selamet bû, û ziyan gihişt otombîlên li nêz bûn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku heft kes birîndar bûne, û sê ji wan rewşa wan kirîtîk e. Medyaya dewletê got ku 11 kes birîndar bûne.

Meha borî, teqîna otombîleke bombrêjkirî li nêzî ofîsên asayîşa Kurdî li heman bajarê bû sedema birîndarbûna heft sivîlan, ku yek ji wan zarok bû, Rewangehê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500