Nûçeyên Iraqê

Emîndarê giştî yê NY êrîşên asmanî yên li ser nexweşxaneyan şermezar dike

Emîndarê Giştî yê NY Antonyo Guterres Pêncşemê (11ê Tîrmehê) bi tundî êrîşên asmanî li bakurê-rojavayê Sûrîyayê şermezar kirin, piştî belavbûna raportên ku dibêjin çar sazîyên bijîşkî hatine armanckirin di yekane rojeke bombebaranê de.

Navendeke ambûlansan, kilînîkek û du nexweşxane, di nav de yek li Maeret Numan e ku ya herî mezin e li deverê, Çarşemê rastî lêdanan hatin, Hevgirtina Rêxistinên Hawarçûnê û Guhlêdana Bijîşkî, ragihand.

"Sivîl, bineszîyên sivîl, di nav de sazîyên bijîşkî, divê bên parastin," Guterres di daxuyanîyekê de, ku peyvdarê bi navê wî xwend, got

Daxuyanîyê got ku NY hevdeng e ligel Kordînasyona Nexweşxaneyan li Maeret Numanê têkildarî haydarkirina alîyên şer.

"Divê alîyên şer rêza pêbendîyên xwe yên têkildarî yasaya mirovî ya navdewletî bigirin," Guterres wiha got, û da zanîn ku divê kesên li pişt êrîşan jî bê hesab nemînin.

Bi piştevanîya Rûsyayê, hêzên rejîma Sûrîyayê ji dawîya Nîsanê de bordumanên xwe li ser herêma Idlibê, ya ku bi piranîya li jêr kontrola hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam zêde kirine.

NY haydarî da ku dibe êrîşeke berfireh li herêmê bo derxistina hevbendîyê bibe coka xwînê, ji ber ku sê milyon kes li wir dijîn.

Zêdetir ji 23 nexweşxane bûne armanca êrîşên asmanî ji dawîya Nîsanê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500