Nûçeyên Iraqê

150 malbatên bêwar vedigerin gundên Enbarê

Bi dehan malbat vegerîyan gundên xwe li rojavayê Enbarê, piştî ku malên wan yên bi destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ziyan gihiştibû wan hatin nûkirin, birêveberîya herêmî ya Enbarê Pêncşemê (11ê Tîrmehê) got.

"Hêzên ewlekarîyê, milbimilê birêveberîyên xizmetguzarîyê yên hikûmeta xwecihî û Wezareta Koçberî û Koçberan, dora 150 malbat ji kampên bêwarbûyînê bo malên wan veguhestin," serokê encumena parêzgeha Enbarê Ehmed Hemîd Şerqî.

Malbat vegerîyan çar gundan li Bexdadî, Alûs û Hîtê, piştî ku teqemenî hatin rakirin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku av û kehrebe û torên pêwendîkirinê li van deveran jî êdî berdest in.

Wî teqez kir ku NY "roleke girîng gerand di piştgirîkirina programên seqamgîrîyê de" li bajarên Enbarê yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500