Nûçeyên Iraqê

Nûnerê NY bo gotûbêjên nû digihêje Şamê

Nûnerê NY ê taybet bi karûbarên Sûrî roja Sêşemê (9ê Tîrmehê) gihişt Şamê da ji nû ve têkildarî avakirina komîteyeke destûrî û vejîyandina pêvajoya aştîyê ya rawestîyayî gotûbêjan bikin, AFP ragihand.

Ev serdana Geir Pedersen, a çaran e ji Kanûna Yekem ve, ev serdan di demekê de tê ku rejîma Sûrî û Rûsîya bi tundî herêma Idlibê bombebaran dikin.

Pedersen di belavokeke medyaya civakî de got "em hêvî dikin pêvajoya siyasî bi rêya komîteya destûrî bi pêş de bibin, û em bikarin tundîya li Idlibê bi dawî bikin."

Pêşînê wî, Staffan de Mistura, ku hewldanên wî di avakirina komîteyeke destûrî de têk çûn, piştî xebatên çar salan ji kar vekişîya.

Rejîm dixwaze destûra heyî sererast bike, lê belê opozîsyon banga destûreke nû kiriye.

Komîte ji 150 endaman pêk tê, 50 ji alîyê rejîmê, heman hejmar ji alîyê opozîsyonê, û 50 endamên din ên ji alîyê NY ve.

Medyaya fermî ya dewletê got ku Pedersen dê bi berpirsine payebilind ên wezareta derve re Çarşemê bicive.

Pedersen di serdana xwe de herwiha hêvî kir ku "ew dixwaze li ser mijara girtîyan, kesên revandî û kesên wendayî" ji destpêka şer ve bixebite.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500