Nûçeyên Iraqê

3 Îraqî di êrîşên bi teqemenîyên bidestçêkirî li Selahedînê de tên kuştin

Sê sivîl hatin kuştin û sê yên din hatin birîndarkirin di êrîşeke duhenî de ku du teqemenîyên bidestçêkirî li projeyeke parzûnkirina avê li Şarqatê hatin çandin, li başûrê Tekrîtê, polîsê Îraqî li Selahedînê roja Sêşemê (9ê Tîrmehê) got.

"Du teqemenîyên bidestçêkirî li projeya parzûnkirina avê ya ku vê dawîyê ji alîyê NY ve hat avakirindi di heman demê de teqiyan, projeya ji bo xizmeta niştecîyên xwecihî," serokê polîsê Şarqatê eqîd Ehmed Cibûrî ji Diyarun re got.

Sê sivîl hatin kuştin û sê yên din birîndar bûn di nav wan de karmendek, wî got.

Cibûrî bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Şarqatê bi êrîşê bersûc kirin û not kir ku polîs peygerîneke berfireh derbarê bûyerê vekir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500