Nûçeyên Iraqê

3 DAIŞîyên gumanbarkirî li nêzî Felûcayê tên girtin

Sê kesên gumanbar ku tê payîn wan êrîşa dawî li ser hêzên ewlekarîya Îraqî pêk anîye li nêzî Felûcayê hatin girtin, polîsê Îraqî li Enbarê roja Sêşemê (9ê Tîrmehê) ragihand.

Hêzên ewlekarîyê sê zilamên ku bo gelek tawanên terorîst xwestî ne û ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re dixebitîn girtin, di nav de êrîşên mûşekî yên li dijî hêzên ewlekarîyê di 2016an de û êrîşên ku bombeyên bidestçêkirî tê de bi kar anîbû, serokê polîsê Enabrê lîwa Hadî Kesar Erzayîc ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku gumanbar piştî operasyoneke ku du rojan dewam kir hatin girtin li deverine cihêreng li nêzî Felûcayê, wî destnîşan kir ku wan navine sexte bi kar tanîn û teşeyên xwe guhertibûn.

Erzayîc dîyar kir ku "tê gumankirin ew li paş êrîşên vê dawîyê yên li nêzî Felûcayê li dijî hêzên ewlekarîya Îraqî hatibû pêkanîn bin," da zanîn jî ku niştecihên xwecihî destek dan operasyonê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500