Nûçeyên Iraqê

12 sivîl di bordumankirinên rejîmê de li bakur-rojavayê Sûrîyayê tên kuştin

Bordumana rejîma Sûrîyayê Yekşemê (7ê Tîrmehê) 12 sivîl kuştin, sê ji wan zarok bûn, li bakurê-rojavayê Sûrîyayê, AFP ragihand.

Heft sivîl, di nav de keçeke nûhatî, di topbaran û êrîşên asmanî yên rejîmê li bakurê parêzgeha Hemayê de hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Çar kesên din, di nav de zilamek û kurê wî yê temen biçûk, jîyana xwe ji dest dan di êrîşa asmanî ya rejîmê de li nêzî bajarokê Maeret Numanê li parêzgeha Idlibê, li gorî Rewangehê.

Zarokeke sêyem di rokêtbarana rejîmê de li ser zevîyeke çandinîyê li gundê Cedirîyê li parêzgeha Idlibê hat kuştin.

Herêma Idlibê bi piranî li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e.

Rojên Înê û Şemîyê, êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê Rûsyayê 20 sivîl kuştin, ku şeş ji wan zarok bûn.

Bêhtir ji 450 sivîlan hatiye kuştin di êrîşên asmanî yên rejîmê û Rûsyayê de li bakurê-rojavayê Sûrîyayê ji dawîya Nîsanê de, li gorî Rewangehê.

NY dibêje ku avahîyên sazîyên tendirustîyê li herêmê hatin armanckirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500