Nûçeyên Iraqê

200 kelaş di komgorekê de li Reqaya Sûrîyayê tên dîtin

Du sed laş, di nav de yên kesên ku tê payîn "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew kuştine, li nêzî bajarê Reqaya Sûrîyayê hatin dîtin, AFP Çarşemê (3yê Tîrmehê) ragihand.

Komgor laşên pênc mêrên xort ên kincên pirteqalî li wan mîna cilên li dîlên DAIŞê dihatin kirin hundirandin, li gorî Yaser Xemîs serokê tîmeke bersivdayîna seretayî, û Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Ew dest-girêdayî ne û di serî de gule xwarine," Xemîs got.

Wî got ku tê payîn ku ew berî du salan hatibin kuştin, û da zanîn ku tîma wî nikarî nasnameyên wan destnîşan bike.

Xemîs û Rewangehê gotin ku gor herwiha laşên sê jinan hundirandin, ku tê payîn ew heta mirinê hatibin kevirbarankirin.

"Qehfên wan bi tundî hatine şikandin û nîşanên ku ew hatine kevirbarankirin hene," Xemîs wiha got.

Kesê kolanê dike got ku tîma wî cara yekem di destpêka meha borî de komgor li tixûbên başûrî yên Reqayê dîtin.

Wî got ku bi giştî dora 800 kesan li wir hatine binaxkirin.

Dîtina wan dibe alîkar be bo naskirina çarenivîsa bi hezarên kesan, di nav wan de biyanîyên ku DAIŞê ew dîl girtibûn.

Di Sibatê de, tîmeke kolanê komgorek ku dora 3,500 kes li navçeya Fuxêxayê ya Reqayê dît -- ku ew mezintirîn komgor e hatiye dîtin heta niha.

Çend komgor li derdora bajêr hatin dîtin, di nav de yek li taxa "Panorama" ku bêhtir ji 900 laşan jê hat derxistin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500