Nûçeyên Iraqê

Mûsil di operasyonên paqijkirina paşmahîyên şer ên DAIŞê de bi ser dikeve

Operasyonên paijkirina paşmahîyên şer ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji rojavayê Mûsilê encamine baş bi dest xistin, şaredarê Mûsilê Zuhêr Arecî Duşemê (1ê Tîrmehê) ragihand.

"Operasyonên paqijkirina paşmahîyên şer ên DAIŞê bi rêjeya 80% temam bû," Arecî di konfranseke çapamenîyê de piştî civînekê bi nûnerên NY re li navenda Mûsilê got.

Arecî dîyar kir ku tîmên berevanîya sivîl, yekîneyên endezyarî, birêveberîya tenduristîyê ya Mûsilê û rêxistinên navdewletî û yên NY berşdarî xebatên ewlehî û endezyarî yên rakirina mayînan bûn.

Wî got ku "deverên mayî zevînine çandinîyê ne ku êlekên teqîner û bombene neteqandî dihundirînin, ew jî karê me asteng dike," û da zanîn jî ku piranîya paşmahîyên şer li van deveran di bin kavilan de temirandî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500