Nûçeyên Iraqê

Amerîka: Dem hatiye ku xebata NY bo komîteya Sûrîyayê bi dawî bike

Amerîka Pêncşemê (27ê Hezîrabnê) got ku dem hatiye ku dawî li xebata 17 mehî ya pêkanîna komîteyeke dariştina makzagonê bo Sûrîyayê bê anîn û destpêşxerîyên dîplomatî bo nêzkirina wî welatî ji aştîyê ve bêne pêş, AFP ragihand.

Xebata NY bo avakirina komîteyeke erkdar bi dariştina makzagonekê bo qonaxa piştî-şer êdî xetimîye ji ber nakokîyan bi rejîma Sûrîyayê re li dor endam û pêkhatîyên komîteyê.

Li gorî planê, dê opozîsyon û nûnerên civaka sivîl di danûstandinan de cih bigirin.

Balyozê biwekalet ê Amerîkayê Jonathan Cohen ji Encumena Ewlekarîyê re got ku pêşketina têkildarî avakirina desteya nû êdî "ne berdest e" û dixuye ku komîte qet nayê pêkanîn.

"Dem hatiye ku encumen şanderê taybet [Geir] Pedersen han bide ku rê û rêbazên nû bigire ber xwe bo bidestxistina çareserîya siyasî," Cohen ji encumenê re got.

Pedersen ji encumenê re got ku wî hêvî dikir ku hûrgilîyên têkildarî komîteyê, ya ku di konferansekê de li Rûsyayê di Kanûna Duyem a 2018an lihevkirin li ser hatibûn kirin, di siberoja nêz de biqedîne.

Amerîka got ku divê Pedersen di şûn de baldarîyê bide amadekarîyên bo hilbijartinên li ser asta welat ku tê de penaberên Sûrî karîbin dengê xwe bidin, serbestkirina girtîyan bê misogerkirin û agirbesteke li ser asta welat bê biryardayîn.

Cîgirê Balyozê Rûsî Vladimir Safronkov got ku Moskoyê pêşbînî dikir "ferec" pir nêz be têkildarî avakirina komîteyê piştî danûstandinên vê dawîyê yên di navbera berpirsên Rûsî û Sûrî de.

Fransa ji Pedersen re got ku ew dê encumenê xeberdar bike çaxê ku xebatên avakirina komîteyê bên xerckirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500