Nûçeyên Iraqê

HRW: Sûrîya destêwerdanê di alîkarîya mirovî dike

Rejîma Sûrî destêwerdanê di alîkarîya mirovî û alîkarîkirina di nûavakirinê dike, Human Rights Watch Înê (28ê Hezîranê) got, û wê hişyarî da alîyên çalak ku ew xeterîyê dikin di hêsankarîyan de bo pênpêkirinên mafên mirov.

"Hikûmeta Sûrî destkarî di mêjereke mezin ji alîkarîya mirovî ku gihaştibû welat kir û bi rastî ev operasyona herî dilbaz û kirêt e ku heta aniha me dîtiye," serokê HRW Kenneth Roth ji AFP ragihand.

"Alîkarîyan ji alîgirên hikûmetê re dibin, ne ji xelkên ku gelekî hewcedar in re, yên ku gelek caran ji wan kesên ku li deverên li jêr kontrola opozîsyonê jiyane dibin," wî got.

"Piranîya alîkarîyê dikeve berîkên karmendên hikûmetê û kesên nêzîkî wan de û hin jê diçe ji temwîlkirina hêzên ewlekarîyê bixwe re, yên berpirs in ji krîza mirovî, hêzên ku xelkê digirin, êşkence dikin û dikujin," wî anî ziman.

Raporta HRW ya ji 94 rûpelan ppêk tê, hurgilîyên "sextekirina sîstemê" bê çawa rêxistinên mirovî gelek caran dikevine bin şert û mercên rejîmê ji ber tirsa ku nikaribin bigihin xelkê yan jî werin girtin.

Herwiha rêxistinê dît ku programên alîkarîyê yên ku beşekî têkildarî mafê mirov dihundirîne hem bêje bi awayekî pergalkirî ji alîyê rejîmê ve tê qedexekirin.

Rapotê daxuyand ku dibe ku alîyên çalak ên alîkarî û jinûveavakirinê neçar bin ku hevkarîyê bi kesayetên rejîmê yên mezin û hevalbendên wan re bikin û bi vî awayî bi kesên mafan bin pê dikin kar bikin an jî wan temwîl bikin.

"Pergala karê alêkarîyê ya hikûmeta Sûrî mafê mirov lawaz dike û divê daner piştrast bin ku destên wan di pinpêkirina hikûmetê ji mafên mirov re nîne," Lama Feqîh birêvebera beşê Rojhilata Navîn di HRW de di daxuyanîyekê de got.

Tevî ku ev demeke dirêj e ev arîşe berdewam e, Roth teqez kir ku hewcedarî heye ku bi lez ev xeleka bedkarîyê were şkenandin berî ku bi rastî pereyên bo jinûveavakirinê dest pê bikin biherikin.

"Gelek pere dê berdest bin, gelek derfet hene bo bidestxistina pereyan bi awayekî neqanûnî û jirêderxistina bikaranîna pereyan," wî got.

HRW ji ajansên NY û daneran nexwest ku nema alîkarîyan ji Sûrîyayê re dabîn bikin, lê wê qewêtî kirin ku egera ku destên wan di binpêkirinan de hebe kêm bikin.

Wî pêşniyar kir ku "bibin yek" û mîkanîzmeke hevbeş saz bikin bo pevguherîna agahîyan daku standeran deynin û bi wan pêgîr bin û alîkarîyên mirovî belav bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500