Nûçeyên Iraqê

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî: Tîmeke nû ya çekên kîmawî dest bi kar dike bû girtina sûcdarên li Sûrîyayê

Tîmeke nû a lêkolînkirina çekên kîmawî dest bi kar kir bo destnîşankirina sûcdarên li pişt êrîşên angaştkirî li Sûrîyayê, AFP Înê (28ê Hezîranê) ragihand.

Dewletên endam di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de berî salekê li hev kirin ku desthilatên nû bidin rêxistinê da ku ew sûcdaran destnîşan bike.

Berî aniha Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî bi tenê erkdar bû ku egera bikarhatin û nebikarhatina çekan dîyar bike, bêyî destnîşankirina sûcdaran.

Sûrîyayê gihişt bi serokê Tîma Lêkolînkirinê û Destnîşankirinê xetimand, û Mosko û Şam rêxistina ku navenda wê li Lahayî ye gunehbar kir ku ew bûye "bisîyasetkirin".

Tîmê "dest bi karê xwe kiriye bo dîtina kesên cihgirtî di bikaranîna çekên kîmawî de li Komara Erebî ya Sûrîyayê", birêveberê giştî yê rêxistinê Fernando Aryas di daxuyanîyekê de bo dewletên endam ku Duşemê hat belavkirin got.

Wî got ku tîm dê "hemû agahîyên ku dibe têkildar bin bi resenîya van çekên kîmawî destnîşan bike û eşkere bike", ku berî aniha ew ji alîyê tîmên rêxistinê ve hatine destnîşankirin.

Aryas ti hûragahî têkildarî çalakîyên seretayî yên tîmê yan jî bûyerên ku ew dê pêşî wan lêkolîn bike nedan. Ew dikare êrîşên vedigerin heta dîroka 2013an lêkolîn bike.

Wî daxuyand ku tîma "pir biçûk lê pir bihêz" dê ji neh heta 10 endaman pêk were.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500