Nûçeyên Iraqê

Endamên DAIŞê êdî li şewata zevîyên çandinîyê mukur tên

Endamine toreke teroîst a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) mukur hatin ku wan ferman bi şewata zevîyên çandinîyê li bakurê Îraqê wergirtine, Encumena Bilind a Dadwerîya Îraqî Pêncşemê (27ê Hezîranê) ragihand.

Berdevkê encumenê dadwer Ebdul Setar Bêriqdar di daxuyanîyê de dîyar kir ku "dadgeha Kerx, a girêdayî dozên terorî, lêpirsînê bi sê terorîstên ku di Wîlayeta Kerkûkê (parêzgeha Kerkûkê) de dixebitîn dike.

Bêriqdar anî ziman ku "gumanbaran li gelek êrîşên terorî ku li parêzgeha Kerkûkê kirine mukur hatin, û ku wan ferman ji mîrê sektora Kerkûkê wergirt ku agir bi zevîyên çandinîyê li gelek deverên parêzgehê bixin."

Wî got ku di mukurhatinên wan de, gunmanbaran teqez kir ku piştî fermanê, wan tiştên pêwîşt amade kirin, di nav de darikên bexorê ku divê tev kertonên xwe werin avêtin nava zevîyên zuha.

Bêriqdar daxuyand ku gumanbar bo tawanên din jî tên xwestin, û da zanîn jî ku dadgehê mukurhatinên wan li gorî madeya 4an a yasaya dijî terorê qeyd kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500