Nûçeyên Iraqê

Kompanîyeke xizmetguzarîyê neftê tê cezakirin ji ber bertîlkarîyê li Îraqê, û Brazîlê

Kompanîya Xizmetguzarîyên neftê ya TechnipFMC dê bêhtir ji 300 milyon dolar bide ji ber angaştên dibêjin ku kompanîyê rayedarên Îraqî û Brazîlî bertîl kirine bo qezenckirina karan, AFP Sêşemê (25ê Hezîranê) ragihand.

Şêwirmendekî berê yê Technip jî mukur hat ku ew sûcdar e di binpêkirina Yasaya Karên Gendelîyê ya Biyanî li Amerîkayê, Wezareta Dadê ragihand.

Serencam dîyar dike ku Amerîka dê bide ser pişta kesayet û kompanîyên "ku hewl didin kar qezenc bikin bi rêya bertîlkirina rayedarên biyanî",Attorney Richard Donoghue, mezinê dozgerên federal li Navçeya Rojhilatî ya New Yorkê, wiha şirove kir.

Di çarçoveya lihevhatinê de, kompanîya ku baregeha wê ya serekî li Londonê ye soz da ku ew dê "kontrolên hundirîn ên tund" rêbaz bigire û dê hevkarîyê bi lêpirsîna li dar e bike.

Ji pereyê giştî, Technip dê 214 milyon dolaran bide desthilatdarîyên Brazîlî, yên ku dozeke paralîl li dijî kompanîyê vekirin, li gorî Wezareta Dadê.

TechnipFMC herwiha kompanîyeke navbênkarîyê ku navenda wê li Monakoyê ye bi kar anî bo gihandina bertîlan bo herî kêm heft rayedaran di Wezareta Neftê ya Îraqê û du kompanîyên Îraqî de di nava salên 2008 û 2013an, li gorî Wezaretê.

Bi giştî 43 dewlet yasayên ku bertîlkirina rayedarên biyanî bo qazanckirina karan tawan reçav dikin dariştine lê Amerîka welatê herî çalak e di cezakirina gendelîya navdewletî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500