Nûçeyên Iraqê

NY ji Rûsyayê dixwaze bersivan têkildarî bombebarankirina nexweşxaneyan li Sûrîyayê bide

Serokê alîkarîyên NY Sêşemê (25ê Hezîranê) got ku wî ji Rûsyayê xwestiye ew şirove bike bê çawa ew datayên derbarê cihên nexweşxaneyên Sûrî û tîmargehan bi kar tîne piştî zincîrek ji êrîşan li ser siwênkarên tendirustî, AFP ragihand.

Mark Lowcok, wekîlê sekretêrê giştî yê karûbarên mirovî ji Encumena Ewlehîyê re got ku ew "ne piştrast bû" nexweşxaneyên ku cihên xwe par ve dikin li gorî sîstemeke NY bo rawestandina pevçûnan dê werin parastin.

Bêtir ji 23 nexweşxaneyan rastî êrîşan hatin ji çaxê ku hêzên rejîmê bi piştgirîya Rûsyayê dest bi êrîşekê li ser Idlibê di dawîya Nîsanê de kirine, li herêma Idlibê ya ku bi piranîya xwe ji alîyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin, li gorî NY.

Di 20ê Hezîranê de, ambûlanseke ku jineke birîndar li başûrê Idlibê diguhest hat lêdan, di encamê de ew jin û sê xebatkarên bijîşkî hatin kuştin.

"Mi ji Federasyona Rûsî re nivîsî da ku ez agahîyan bixwazim derbarê çawa agahîyên hatine dabînkirin bi rêya mîkanîzma rawestandina pevçûnan tên bikaranîn," Lowcok got.

Rûsya, ya ku piştgirîya rejîma Sûrîyayê dike di êrîşa wê de li ser bakur û rojavayê welat, bi dijwarî pêngava bobebarankirinê ya ku nexweşxane li herêma Idlibê armanc kirine red kir.

Mosko her dibêje ku operasyona serbazî armanc dike ku "terorîstan" ji herêmê der bike, herêma ku di çarçoveya êkeftineke kêmkirina şer de ye ku sala par hat wajûkirin di navbera Rûsya, Turkîya û Îranê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500