Nûçeyên Iraqê

Xebatkarên xelaskirinê di nava 8 kuştîyên di êrîşên asmanî de ne li Sûrîyayê

Du xebatkarên xelaskirinê di nav heşt sivîl kuştî yên di êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê û Rûsyayê de ne li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûrîyayê Çarşemê (26ê Hezîranê), AFP ragihand.

Du xebatkarên berevanîya sivîl, ku bi navê Xûzeyên Sipî tê naskirin, hatin kuştin piştî ku êrîşên asmanî yên Rûsî li ambûlansa wan li Xan Şêxûnê dan, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Koma xelaskirinê got ku "êrîşa" ji hêla balefirên şer ên Rûsî ve çend caran xebatkarên xelaskirinê "armanc kirine" dema ku wan sivîlên birîndar ji bajarok derdixistin.

Komê got ku pênc xwebexşên din jî birîndar bûne.

Êrîşa dawî piştî derbasbûna dora heftîyekê li ser êrîşên asmanî yên rejîmê li ser ambûlansekê li bajarokê Maeret Numanê, ku sê xebatkarên xelaskirinê di wan de hatin kuştin, tê.

"Cîhan berdewam e di binketina di parastina me û xebatkarên mirovî yên din de," Komê di daxuyanîyekê de ragihand.

Rewangehê got ku şeş sivîlên din Çarşemê hatin kuştin di zincîrek ji êrîşên asmanî li ser navçeyên cuda yên herêma Idlibê.

Wê got ku sivîlekî din jî berî çend rojan ji ber birînên xwe mir di êrîşên asmanî yên rejîmê de li ser Xan Şêxûnê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500