Nûçeyên Iraqê

6 endamên DAIŞê li Mûsilê tên girtin

Polîsê Îraqî şeş endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vê heftîyê li çend deverên Mûsilê girtin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Sêşemê (25ê Hezîranê) ragihand.

Girtîyên ku bernav bi kar tanîn, di operasyonên ku di du rojên derbasbûyî de li ser bingeha xeberdarîyên ji şênîyan pêk hatin, hatine girtin, serokê polîsê Nînewayê emîd Hemed Namis Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Du ji wan di êrîşên terorî yên mezin û tawanên hovane de cih girtibûn, di nav de jêkirina destan û kuştina sivîlan, di dema xebata wan bi ya jê re tê gotin Hisbaya DAIŞê (polîsê şerîetê) û ofîsê dadgehê," Cibûrî got.

Cibûrî daxuyand ku ev endam, ên ku di nava pêla bêwarên vegeryayî de vegerane, navnîşanên xwe guhertibûn û nasnameyên sexte bi kar tanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500