Nûçeyên Iraqê

Parlemana Îraqî sê wezîrên nû destnîşan dike

Parlemanê Îarqî erkdarîya sê wezîrên nû Duşemê (24ê Hezîranê) pesend kir lê posta wezîrê perwerdeyê hîn vala ye, piştî heşt mehan ji destnîşankirina Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî, AFP ragihand.

Parlemanê piştgirîya bijartinên Adil Ebdul Mehdî têkildarî wezaretên Berevanîyê, Dadwerîyê û wezareta Hundir kir.

Ebdul Mihdî piştgirîya parleman wergirt bo Yasîn Yasir weke wezîrê Hundir û ferîq ewel Necah Şemerî bo serokatîya wezareta Berevanîyê. Farûq Emîn jî weke wezîrê Dadwerîyê hat destnîşankirin.

Jinek weke wezîra perwerdeyê hat destnîşankirin lê wan li ser wê li hev nekir -- jêderên parlemanê dibêjin pêşbînî heye ku careke din ew di van rojên tên de deng bidin.

Şemerî, yê ku weke hemû wezîrên berevanîyê yên Îraqî ji sala 2003yan ve ji Mûsilê ye, berî vê yek ji fermandarên Ajansa Dijî Terorîzmê ya hêzên elîte bû.

Serok Berhem Salih sala par ji Adil Ebdul Mehdî xwest ku hikûmeteke nû saz bike, piştî serkeftina welat li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), piştî ku gelek hevpeymanî di pêşbirkê de bûn bo pêkanîna kabîneya hikûmetê.

Xebîrekî di siyaseta Îraqî de û abornasekî bi rahînanê, Ebdul Mehdî, yê 76 salî heta rêjeyeke baş serbixwe ye, ku dikare hikûmetekê ber hev bike tevî hebûna derzan di bijardeya hukimran de.

Lê ew rastî erkekî zehmet hat ku jê hat xwestin hikûmetekê ava bike da ku li hemer berhengarîyên mezin derkeve û ji nû ve welatekî ava bike, welatê ku sê salên şer ew wêran kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500