Nûçeyên Iraqê

Penaberekî Sûrî li Amerîkayê ji ber êrîşa li ser kenîseyekê tê girtin

Penaberekî Sûrî li Amerîkayê Çarşemê (19ê Hezîranê) bi tawana plankirina êrîşekê li dijî kenîseya Pennsylvania bi navê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat girtin, AFP ragihand.

Mustefa Museb Omeyr, 21 salî, ku weke penaber di Tebaxa 2016an de ji Sûrîyayê gihişt Amerîkayê, hewl dida kenîseyekê li taxa bakurî ya Pittsburgh bike armanc, alîkarê dozgerê giştî yê Amerîkayê John Demers û dozgerê giştî yê federalî yê Pittsburgh Scott Brady di daxuyanîyekê de gotin.

"Belgeyên dadgehê dîyar dikin ku Mustefa Omeyr plana êrîşekê li ser kenîseyekê bi navê DAIŞê dikir, ku dê gelek kes hatibana kuştin û birîndar bibana," Michael McGarrity, ji ajansa dijî teror FBI, di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Wî dîyar kir ku "FBI bi awayekî cidî nêzî gefên kenîse û cihên din ên olî dibe û dê hemû çavkanêyên me da êrîşên terorîst li dijî wan rawestîne bi kar bîne."

Tê angaştkirin ku yê gumanbarkirî belgenine derbarê çêkirin û bikaranîna teqemenîyan radestî zilamekî ku tê payîn ew alîgirê DAIŞê ye kirine, tevî ew xuya kir ku ew karmendekî FBI ye.

Herwiha wî di rêya medyaya civakî re jî bi zilam re peywendî danî û piştevanîya wî ji DAIŞê re ragihand. Omeyr ji Nîsanê de çar caran wî dîtiye, li gorî daxuyanîyê.

Tê payîn wî planek ku ji 10 xalan pêk tê nivîsîye ku çawa ew dê bi xwe teqemenîyan têxe çenteyê xwe yê piştê, û wî kenîse li ser nexşeyê nîşan kir.

Daxuyanîyê destnîşan kir ku Mustefa Omeyr plan dikir ku sîxur weke cara dawî Çarşemê bidîta berî ku êrîşa xwe pêk anîba.

Ew bi hewldana pêşkêşkirina fînansa darayî bo rêxistineke terorîst a bîyanî û bi du tawanên din ku agahîyên girêdayî teqemenîyan an jî çekên wêranker hat tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500