Nûçeyên Iraqê

Spanya kokmeke ku fînansa milîsa Qaîdayê li Sûrîyayê dikir têk dibe

Polîsê Spanî roja Sêşemê (18ê Hezîranê) 10 welatîyên Sûrî ku fînanskirina "milîsa terorîst a Qaîdayê" li Sûrîyayê dikirin girtin, wezareta hundir û çavkanîyeke nêzî lêkolînê ragihand.

Bi alîkarîya Europol, bêhtir ji 350 sîxurî beşdarî operasyonekê li Medrîdê, bi alîyê başûr de li Tolîdo û rojhilatê parêzgeha Valansyayê bûn, AFP ragihand.

Zabîtenan 14 mal û avahî pişkinîn kirin.

Çavkanîya ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku kesên girtî Spanî ne li bi esil Sûrî ne.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku "rêxistin ji hêla malbateke êlî dihat birêvebirin ku bi salan li ser bingeheke xebatên qanûnî dixebitîn da ku operasyonên xwe yên ne qanûnî ku bac nedidan veşêrin û gelek pereyan spî bikin".

Wezaretê dîyar kir ku "girtîyan angaşt kir ku wan pere ji her operasyonekê dikişand, qaseya rastîn a pereyan jî bi pelika qaseyeke kêmtir pevdiguhertin."

Beşekî mezin ên van pereyan bo parêzgeha Idlibê ya di destê opozîsyonê de li Sûrîyayê hate şandin da "fînans û piştevanîya milîsên teorîst li wir bike."

Xizmên van kesên gumanbarkirî endamên Qaîdayê ne.

Ev pere bi rêbazine cihêreng hatine şandin bo kargehên barkirina mirovî û sîstema "hewalan" ew jî rêbazekî ne fermî ye û xwe dispêre bawerîyê ku ev ji raguhazîyên banakî zehmettir e.

Yek ji van girtîyan di 2008an de li Sûrîyayê hate girtin û bi tawan pêkanîna êrîşekê û endamtîya wî ya koma Fetih Îslam a tundrew hat darizandin.

Ev operasyon piştî çend heftîyan ji girtina zilamekî Sûrî ku guman hebûn wî pere ji tundrewên Ewropî yên girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rê dikir da pê vegerin Ewropayê, hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500