Nûçeyên Iraqê

Berpirs: Berjewendîyên Amerîkayê li Îraqê çend caran rastî gulebaranê dibin

Berjewendîyên Amerîkayê li Îraqî herî kêm pênc caran di rojên borî de hatine armanckirin, berpirsan Çarşemê (19ê Hezîranê) eşkere kir, hevdem ligel tengejîyeke dijwar di navbera Waşinton û Tehranê de.

Êrîş piştî zincîrek ji operasyonan li dijî tankeran li avên Kendavê yên pir hestyar ku Amerîka Îranê bi wan gunehbar dike tên, ev yek jî tirsên ji cengeke herêmî zêde dike, AFP raport kir.

Di berbanga Çarşemê de, "rokêteke Katyûşa li ser kompanîyeke kolandinê ya Îraqî li navçeya Burcisiya li nêzî Besrayê ket, di encamê de sê kes birîndar bûn li gorî amarên seretayî", fermandarîya serbazî ya Îraqî di daxuyanîyekê de ragihand.

Peyvdarê Wezareta Neftê Asim Cîhad ji AFP re got ku yên birîndar hemû Îraqî ne.

Burcesiya li nêzî bajarê herî mezin li başûrê Îraqê, Besrayê ye, li herêmeke serekî ya berhemanîna neftê ku çendîn kompanîyên Îraqî û Biyanî mêvandarî dike di nav de kompanîya Exxon Mobil a Amerîkî.

Kompanîyê 83 karmendên biyanî ji zevîyeke neftê vekişandin di nîva Gulanê de piştî ku Waşintonê stafê ne-serekî ji balyozxaneya xwe li Bexdayê vekişand, û got ku gef ji alîyê komên çekdar ên Îran piştevanîya wan dike hene.

Exxon Mobil ji wê demê ve vegerane.

Çend demjimêran berî bûyera Burcesiyayê, artêşa Îraqî ragihand ku rokêteke pêşxistî li bingeheke fermandarîyê ya herêmî li bakurê bajarê Mûsilê, ku hêzên Amerîkî li wir cih digirin, xist.

Êvara Duşemê, sê rokêtên Katyûşa li bingeha artêşê ya Tacî, ya ku mêvandarîya hêzên Îraqî û biyanî dike, di nav de Amerîkî, dan.

Tu alî xwe nekiriye berpirsyarê êrîşan, lê xebîr dibêjin ku dibe jêderê agir ji navçeyên piranîya nifûsa wan Şîe ye li bakurê Bexdayê be. Dibe ku komên çekdar ên Şîe yên ser bi Îranê ve li pişt êrîşan bin.

Berpirsekî Îraqî ku bi mercê nasnameya wî neyê eşkerekirin got ku rokêtan li serbazgeheke asmanî li Bexdayê Duşemê da.

Êvara Înê, "sê hawen li serbazgeha asmanî ya Beled (li bakurê Bexdayê) ketin, û agir vêket", li gorî heman jêderê.

Sêşemê, SerokWezîr Adil Ebdul Mehdî got ku wî "ferman daye hemû hêzan ku hemû tedbîrên pêwîst bigirin ber xwe" bo rêgirtin li ber êrîşên bi rokêtan ên bêhtir.

"Ev kiryar rewşa siyasî têk dibin û wêneyeke kirêt didin rewşa ewlehî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500