Nûçeyên Iraqê

350 Malbatên Xiristîyan vedigerin Nînewayê

Wezareta Koçerî û Koçberan a Îraqî Çarşemê (19ê Hezîranê) ragihand ku 350 malbatên Xiristîyan vegerane malên xwe li Tel Kêfê li parêzgeha Nînewayê.

"Bi hevahengî ligel sazîyên ewlekarî li parêzgeha Nînewayê û rêxistinên xwecihî, 350 malbatên Xiristîyan yên ku ev çend sal bûn ji ber 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) bêwar bûbûn vegerîyan Tel Esqufê li Tel Kêfê û gundên hawîrdorê wê li Deşta Nînewayê," Wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.

Wezaretê dîyar kir ku xebat li dar in bo vegerandina malbatan, ew jî bi hevahengî bi sazîyên ewlekarî yên pêwendîdar re "da ku ev pirs bi temamî bi dawî bibe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500