Nûçeyên Iraqê

Şer û pevçûnên li Sûrîyayê 45 leşkerên rejîmê û çekdarên tundrew dikujin

Şerê di navbera hêzên ser bi hikumetê û komên tundrew yên ku bakur-rojavayê Sûrîyayê kontrol dikin de hêrî kêm 45 çekdar hatine kuştin roja Sêşemê (AFP) ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku şer li qeraxên parêzgeha Hemayê gur bû gava hevbendîya Tehrîr el-Şam a tundrew sibehê êrîşek li dijî çeperên rejîmê pêk anî.

Herî kêm 31 endamên tundrew û 14 çekdarên ji hêzên bi ser hikumetê ve di vî şerê de hatin kuştin, li gorî Rewangehê.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ji AFP re axivî û got "hêzên rejîmê êrîş têk bir."

Ajasna SANA ya fermî jî got ku êrîş hat têkbirin.

Gundewarê bakurî yê Hemayê dikeve qeraxa herêmeke li jêr kontrola cîhadîyan ku piranîya parêzgeha Idlibê dihundirîne.

Ebdul Rehman dîyar kir ku enîya pêşîn ji çaxa pevçûnan ji Şemîyê de destpêkiribû aram bû, di encamê de bêhtir ji 35 çekdar hatin kuştin, di nav de tundrew û hêzên rejîmê.

Li gorî rewangehê, êrîşên rejîmê yên asmanî li ser bakurê Hemayê û Idliba cîran ji berî 24 saetan ve hatine rawestandin, berî ku dîsan dest pê bikin nemaze piştî pevçnûn dawî.

Rewanggehê daxuyand ku di encama bombebaranê de sivîlek li başûrê Idlibê jîyana xwe ji dest da.

Ev şerên dawî piştî ku rokêtên Tehrîr el-Şam û komên alîgir bêhtir 12 sivîl li gundekî li jêr destê rejîmê li parêzgeha Helebê kuştin di derengîya Yekşemê de pêk hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500