Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: 7 birîndar di teqîna otombîlekê de li Qamişlo li Sûrîyayê

Teqîna otombîlekê li nêzî ofîsên Asayîşa Kurdî li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê Duşemê (17ê Hezîranê) bû sedema birîndarbûna heft kesan, ku yek ji wan zarok e, AFP ragihand.

Heta aniha ti alîyî îlan nekiriye ew berpirsyarê êrîşa li nêzî baregehên hêzên asayîşê li bajarê Qamişlo ye, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Xwekuj "hewl daye ku xwe bigihîne baregehên hêzên asayîşa Kurdî lê xalên pişkinînê û rêgirên li derdorê rê li ber wî giritn ku vê yekê pêk bîne", serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

"Dema ku hêzên ewlekarîyê yên Kurdî guman ji wesayitê birin, yek ji siwarên wê revîya û yê din teqemenî teqand," wî got.

Navçeyên Kurdî li bakur-rojhilatê Sûrîyayê bûne hedefa zincîrek ji teqînan di mehên borî de, ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berpirsyarîya piranîya wan li xwe girt.

DAIŞ dixwaze êrîşên tolhildanbar ji pêngava şeş-mehî ya hêzên bi rêbertîya Kurdan pêk bîne, pêngava di Adarê de bû encama derkirina rêxistinê di dawîn asêgeha li Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500