Nûçeyên Iraqê

Peyvdarê Wezareta Neftê: Îraq li bijarteyan digere ji ber tirsa ji qutbûna rêya neftê ya Kendavê

Îraq li planine lezgîn digere eger ku alozîyên di navbera Amerîka û Îranê de bibin sedema qutkirina hinardeyên wê di Kendavê re, berdevkekî wezaretê Duşemê (17ê Hezîranê) got, û herwiha çavdêran hişyarî da ku qutbûn dê "dilsotîner" be, AFP ragihand.

Amerîka Îran bersûc kir ku wê êrîşî du tankerên neftê kir hefteya borî li Kendava Omanê, û vê yekê nîgeranîyên têkildarî ku keştîyên cîhanî di rêya avê ya sereke re rastî gefan werin çêkirin.

Îraq, ku berhrmdarê neftê yê duyem ê herî mezin e di nav Rêxistina Welatên ku Petrolê Hinarde dikin (OPEC), planeke kar dideyne weke heas ji kambaxbûna rewşê re, li gorî peyvdarê wezareta neftê Asim Cîhad.

"Tu berdêl ji keştîgeha başûrî re nîne û alternatîvên me yên din kêm in. Ev yek jêdereke nîgeranîyê ye ji bazara neftê ya cîhanî re," Cîhad got.

Herwiha parlemantaran bang bo rûniştineke lezgîn bi wezîrên neft, plankirin û guhestinê yên Îraqê kir, da ku "xwe ji çi xeterîya gengaz re amade bikin".

Sêyekeke dabînkirinên neftê yên di rêya avê re di tengava Hurmizê re derbas dibin, ku ew jî kenaleke teng e Îran li bakurê wê dikeve û Kendavê bi Kendava Omanê re girê dide.

Îranê her û her gef xwarin ku ew dê benderê bigire eger şerek bi Amerîkayê re biqewime, lê Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo Yekşemê soz da ku Waşonton dê misoger bike ku keştîyên barkirî dê berdewam tê re derbas bibin.

Kenal ji Îraqê re jîyandar e

Di Gulanê de, desthilatdarîya federal termînala Besrayê ya başûrî bi kar anî bo hinardekirina 3.4 milyon bermîlan rojane lê berê bi tenê 100,000 bermîl rojane di termîlana Cîhan a bakurî re li Tirkyayê, li gorî malpera Iraq Oil Report a pispor di mijarên têkildarî wizeyê de.

"Piranîya nefta me di vê derbasgehê re tê hinardekirin. Eger pevçûn di navbera Qeyikan de çêbû dê tada li me were," Muder Salih, şêwirmrndê darayî yê serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî, got.

"Ew dê bobelat be ji Îraqê re."

Heta aniha, tu guhertin neketiye berhemdayîn û hinardekirina Îraqî de ji ber van guhertinên dawî, peyvdar Cîhad û Klipper Data, ya ku tankeran li herêmê dişopînin, gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500