Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 2 kesan têkildarî teqînên Kerkûkê yên meha borî digrin

Şeş kesên ku guman heye destê wan di teqînên parêzgeha Kerkûkê de yên roja 30ê Gulanê heye hatine girtin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqê Pêncşemê (13ê Hezîranê) ragihand.

"Bi piştgirêdan bi agahîyên hewalgirî, hêzên me yên ewlekarî du terorîstên 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) yên ku bombeyên bidestsazkirî li Kerkûkê çandibûn şeva 30ê Gulanê," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku gumanbarê yekem, ku xelkê gunê Qehara, li Riyadê ye, berî lêpirsîna dadwerî bi çandina bombeyên bidestsazkirî li Kolana Qudis û Rêya Bexdayê bi rêya otombîleke ji celebê Toyota Land Cruiser mukur hat,tev gumanbarê duyem ê li ser bingeha mukurhatinên kesê yekem hatiye girtin.

Daxuyanîyê got ku ew her du kesên mukur hatine ku ser bi DAIŞê ve ne û ji piştî sala 2014an ji rêxistinê re kar dikin.

"Hêzên ewlekarîyê berdewam in di lêkolînên xwe de bo girtina hemû kesên di êrîşan de cih girtine, çi alîkarîkirin çi pêkanîna teqînan," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500