Nûçeyên Iraqê

Bombebaranên rejîm û Rûsîyayê 28 kesan li bakur-rojavayê Sûrîyayê dikujin

Êrîşên asmanî û bombebaranên rejîm û Rûsîyayê herî kêm 28 kes kuştine, di nav de heft sivîl, li bakur-rojavayê Sûrîyayê, tevî ku agirbestek jî ji hêla Moskoyê ve hatiye ragihandin, AFP roja Înê (14ê Hezîranê) di raportekê de ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku sivîl ji ber êrîşên asmanî û bombebarana rejîmê li ser başûrê parzêgeha Idlibê û bakurê parêzgeha Hemayê roja Pêncşemê hatin kuştin.

Rewangehê dîyar kir ku êrîşên asmanî yên rejîm û Rûsîyayê 21 tundrew û çekdarên Îslamî jî li heman herêmê û di heman rojê de kuştin.

Wezîrê derve yê Turkîyayê roja Înê got ku Enqere "bihaneya" Rûsîyayê ku rejîma Sûrîyayê guh nade Moskoyê û êrîşên asmanî yên rejîmê li parêzgeha Idlibê ranewestîne qebûl nake.

"Li Sûrîyayê, kî gerantoyên rejîmê ne? Rûsîya û Îran," Mewult Çawuşoglu di hevdîtineke televîzyonî de ji ajansa nûçeyan a Anadolê re got.

Wî anî ziman "dêmek em vê bihaneya ku dibêje 'em nikarin bihêlin rejîm li me guhdar bike' qebûl nakin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500