Nûçeyên Iraqê

Berpirsê lojistîka DAIŞê li Diyalayê tê girtin

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî berpirsê erkdar bi peydakirina lojistîyê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re li parêzgeha Diyalayê girt, Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqê Çarşemê (12ê Hezîranê) eşkere kir.

Birêveberîyê di daxuyanîyekê de got ku hêzên ewlekarîyê zilam li gundê Xezrecê, li navçeya Nedayê, girt.

Daxuyanîyê teqez kir ku wî piştgirîya lojistî ji endamên DAIŞê re li "wîlayeta Diyalayê" peyda dikir, û da zanîn ku wî milîtanî agahî li dor hêzên ewlekarî yên Îraqî û yên ku bi wan re hevkar in ji DAIŞê re dabîn dikirin.

"Terorîstê girtî li gorî muzekerenameyeke girtinê ya li gorî madeya 4ê ya yasaya antî terorê tê xwestin," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500