Nûçeyên Iraqê

Amerîka kompanîyeke Îraqê dixe lîsteya reş de û wê weke enîya çekan a Pasdaran reçav dike

Xezîneya Amerîkayê Jêderên Samanên Başûr li Îraqê danî ser lîsteya xwe ya reş a sizayan Çarşemê (12ê Hezîranê), û got ku kompanî trafîkeke girîng a çekan e û enîya aborî ya Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) e, AFP ragihand.

Xezîneyê got ku kompanî, Kompanîya Barizganîya Giştî ya Menabîe Serwet el-Cenûb, ji alîyê Pasdaran ve dihat bi karanîn "bo qaçaxîya bi qasî bi milyonên dolaran" çek bo hevalbendên Pasdaran li Îraqê.

Kompanîyê alîkarî di veguhestina pênc milyon dolar de bo Îraqê kir "bo pêkanîna çalakîyên bazirganî yên ku sûdê dighînin" Pasdaran û milîsên Îraqî yên ew piştevanîya wan dike.

Kompanî û du kesên Îraqî yên ku ligel dixebitîn li ser lîsteya reş a sizayên Amerîkayê hatine danîn, lîsteya ku hewl dide wan ji sîstema darayî ya cîhanî bîne der bi qedexekirina karkirina Amerîkîyan û kompanîyên bi yekîneyên Amerîkî re elaqedar bi wan re.

Kompanî û du Îraqî, Mekî Kazim Ebdul Hemîd Esedî û Muhemed Huseyn Salih Hesanî, jî li ser lîsteya reş a Wezareta Derve ya Amerîkayê ya "Terorîstên Cîhanî yên Dîyarkirî".

"Xezîne rêkaran dide ber xwe bo girtina torên qaçaxîya çekan ên Îranî yên ku bo biçekkirina peyayên herêmî yên Hêza Qudis a Pasdaran li Îraqê, û dewlemendkirina karbidestên rejîmê tên bikaranîn," Emîndarê Xezîneyê Steven Mnuçîn di daxuyanîyekê de ragihand.

"Divê sektorê darayî yê Îraqî û sîstema darayî ya navdewletî berevanîyên xwe li dijî taktîkên xapînok ên berdewam tund bikin bo xwedûrkirin ji rolgerandin di planên xwevedizîna ji sizayan ên Pasdaran ên li dar û çalakîyên qirêj ên din de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500