Nûçeyên Iraqê

Belcîka dê 6 sêwîyên çekdarên DAIŞê li Sûrîyayê vegerîne welat

Belcîka dê şeş sêwîyan ji kampên li jêr kontrola Kurdan li Sûrîyayê vegerîne welat piştî mirina dêûbavên wan ên tundrew, AFP ragihand ku Wezîrê Darayî Alexander De Croo Pêncşemê (13ê Hezîranê) eşkere kir.

"Ev zarok li welatê me ji dayîk bûne û ew êdî bê dêûbav in," wezîr ji radyoya dewletê ya VRT piştî biryara hikûmetê ragihand.

Belcîka yek ji çend welatên Ewropayî ye ku rastî dilêmayê tê têkildarî çarenivîsa welatîyên li Sûrîyayê asêmayî piştî bibinketina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Hinek têkildarî qebûlkirina çekdarên tundrew xwedan têbînî ne, lê haletên zarok û jinên ku tevlî şer nebûne serêşîyeke mezintir ji hikûmetên Rojavayî re çêkiriye.

Çarşemê, Wezîrê Derve Didier Reynders got ku Belcîka lihevhatinek wajû kiriye ku rê dide vegera bi transît di rêya Herêma Kurdistana Îraqê re.

Komek ji çekdarên DAIŞê û endamên malbatên wan yên ku hatin girtin dema ku rêxistin hat şikestin li Sûrîyayê li kampên bi rêvebirina Kurdan girtî ne.

De Kroo got ku çar ji şeş kesên dê bên vegerandin temenên wan ji 10 salan kêmtir in, û tu kes ji wan ne gumanbar e.

"Ev zarokên ku bi tenê li kampan bûn, û bê piştevan bûn. Lê vegerandina dêûbavên ku bijartin tevlî komên terorîst bibin ne cihê nîqaşê ye," wî got.

"Ev zarok bê çare bûn," wî got.

Li gorî raportên medyayî yên Belcîkî, 50-60 zarokên Belcîkî yên li jêr temenê 18 salî li kampên Hol, Roj û Eyn Îsa li Sûrîyayê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500