Nûçeyên Iraqê

Xaça Sor: Alozî alarmeke bizdêner di hejmara kesên wendayî de çêdikin

Encumena Ewlekarîyê ya NY Sêşemê (11ê Hezîranê) yekem projeya biryarê têkildarî kesên wendayî pesend kir pişt Xaça Sor a Navdewletî belav kir ku alarmeke zêdebûyî di rewşên nebedîkirinê de li seranserê cîhanê heye, AFP ragihand.

Projeya biryarê ji alîyê Kuwêtê ve hat nivîsîn, welatê ku ev ezmûna tehil dîtiye û heta aniha li çarenivîsa 300 kesan digere ku hîn ji cenga Kendavê berî 30 salan ve wendayî ne.

Yek ji mezintirîn komên wendayîyan li Sûrîyayê ye, ku li wir malbat li 60,000 kesên nebedîbûyî digerin ji dema destpêkirina şer berî heşt salan, li gorî Komîsyona Navdewletî bo Kesên Wendayî.

Peter Maurer, serokê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, ji encumenê re got ku "zêdebûneke bizdêner di salên dawî de" di hejmara kesên wendabûyî de heye.

Maurer got ku sala borî, 45,000 nav li lîsteyên lêgerînê yên Xaça Sor zêde bûne, û zêdekirina vê hejmarê "bi tenê çiyayekî berfîn bû û ew qet qebareya rasteqîn a kêşeyê nebêvirîne".

Ji nav kesên navên wan di lîsteya kesên wendayî ya Xaça Sor de 10,000 kes ji Sûrîyayê û 13,000 kes ji Nîcîryayê hene, li gorî berpirsê alîkarîyê yê NY Rehîna Xelanî.

Wê got ku gelek rewşên nebedîkirina bi zorê li Myanmar, Başûrê Sûdan û Yemenê hene û çarenivîsa gelek kesên ku bi salan an bi dehên salan wendayî ne li Belkan, Lubnan, Nîpal û Serî Lanka hîn jî nedîyar e.

Encumenê bê dudilî piştevanîya projeya biryarê kir û bang li hikûmetan kir ku gavên pratîkî yên mîna damezrandina dosyayan bo alîkarîkirina malbatên li bersivan digerin bidin pêş.

Tedbîra ku bi alîkarîya Xaça Sor hatiye nivîsîn, herwiha piştgirîya xebatên Xaça Sor ên bidestxistina gihandinê bo navendên girtinê di dema cengan de dike.

Di bersivdayîna encumenê de, Brîtanya teqez kir ku dabînkirina bersivinan ji malbatên wendayîyan re pir girîng bû di alîkarîkirina civakên paş şerekî wêranker tê avakirin de.

"Piştî bidawîhatina şeran jî, malbat û komelgeh pir kûr bi kesên ku hîn wendayî dimînin bandor dibin," Cîgirê Balyozê Brîtanyayê li NY Jonasan Allen ragihand.

"Ew milmilanîyan vedigerînin dema yên din dikarin pêş bikevin."

Li Îraqê, malbat li 3,000 Êzîdîyên ku nebedî bûn piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest danî ser gundên wan di sala 2014an de digerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500