Wezareta Bazirganîyê ragihand ku konferanseke avakirina Îraqê ya çar rojî Sêşemê (11ê Hezîranê) dest pê kir li Pêşangeha Navdewletî ya Bexdayê bi beşdarîya 11 welatan.
Konferans û Pêşangeha Îraqê bo mteryalên avakirinê, jêrxane, kehrebê û avê li jêr serpereştîya wezaretên Bazirganîyê, Nûavakirin û Vehewanê, Kar û Şaredarîyan, û Pîşesazîyê û Kanzakan hat destpêkirin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku dora 120 kompanî ji 11 welatan, di nav de Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Almanya, Îtalya, Hindistan û Turkîyayê di boneyê de amade bûn.
"Armanca konferansê nîşandana derfetên weberanînê û projeyên li Îraqê ye, û herwiha derfetên ji weberanînkara û karsazan re berdest," wezaretê got.
"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Kanûna Yekem a 2017an de ji Îraqê hat derxistin, lê wêranîyeke mezin li pişt xwe hişt.