Nûçeyên Iraqê

Dadwerîya Îraqî red dike ku wê tifaqek kiriye bo sivikkirina fermanên mirinê yên derheqê tundrewên Fransî

Dadwerîya Îraqî Sêşemê (11ê Hezîranê) red kir ku wê tifak bi Parîsê re pêk anîye bo sivikkirina cezayê mirinê yê di derheqê welatîyên Fransî de li Bexdayê hat birîn ji ber rêkilîya wan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re.

Dadgeheke Bexdayê cezayên mirinê di heftîyên dawî de derheqê 11 tundrewên Fransî yên ji Sûrîyayê, ku ew tundrew jî li wir hatibûn girtin dema wan di nav rêzên DAIŞê de şer dikir, bo parêzbendîya Îraqî hatibûn veguhestin.

Bi tenê dadgeheke îstînafê -- ne rêkeftineke dûalî -- dikare cezayan bihguhere, li gorî Ebdul Setar Bêreqdar, peyvdarê Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqê ragihand.

"Cezayên ku dadgehên Îraqî derdixin bi tenê dadgeha pêdeçûnê dikare wan dîsan binirxîne -- mafê wê dadgehê heye li gorî zagonê yan cezayê piştrast bike yan jî biguherîne li gorî rewşên her tawanekê -- û ne bi rêya tifaqan di navbera welatan de," wî Sêşemê ragihand.

Ev daxuyanî piştî belavbûna raportên dibêjin ku hikûmeta Îraqê tifaqek bi Parîsê re kiriye bo sivikkirina cezayên mirinê yên li welatîne Fransî hatine birîn li hember pereyan.

Lê her 11 ceza hîn ne di qonaxa dawî de ne.

li gorî zagona Îraqî, sûcdar dikarin di nava 30 rojan de tanê li her cezayê bidin, û yên ku rastî cezaya sêdaredanê tên, îstînaf bi awayekî awtomatîkî bo dadgeha pêdeçûnê tê şandin.

Li wir, ew dê ji alîyê 12 dadweran ve were temaşekirin, li gorî Muzefer Ceryan, parêzerê yek ji wan zilamên girtî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500