Nûçeyên Iraqê

3 tundrew û 9 zarok ji Turkîyayê ber bi Fransayê ve hatin qewitandin

Sê tundrwên Fransî û neh zarokên wan Sêşemê (11ê Hezîranê) vegerîyan Frensayê piştî ew ji Turkîyayê hatin qewitandin, piştî rojekê ku Fransayê 12 zarokên tundrewên Fransî ji kampên li bakurê Sûrîyayê vegerandin, li gorî jêderên qanûnî.

Operasyonên vegerandinê lezgînîya vegerandina zarokên welatîyên Fransî yên çûbûn Îraq û Sûrîyayê daku tevlî komên tundrew bibin destnîşan dike, ligel zêdebûna fişarê li ser welatên Rojavayî daku çekdarên xwe vegerînin, AFP ragihand.

Sê kesên bi emir mezin -- mêrekî 35 salî û du dayîkên zarokên wî -- hatin girtin û zarok xistin jêr parastina dewletê.

Wezareta derve ya Fransî teqez kir ku vegera her sê mêran ne têkildar e bi vegerandina zarokên ji malbatên tundrewên Frensî yên ku li Sûrîyayê asê mane.

Komeke din ji 12 zarokan pêk tê, piranîya wan sêwî ne, roja Duşemê ber bi Fransayê ve veguhestin, piştî vegerandina koma yekem, a şeş zarokan pêk dihat, di Adarê de.

Mêrek û du jin ku Sêşemê radestî Fransayê bûn li Turkîyayê di navendeke girtinê hatin girtin berî ku werin qewitandin, yek ji jêderên qanûnî wiha got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500