Nûçeyên Iraqê

Kurdên Sûrîyayê 12 sêwîyên Fransî yên ji malbatên DAIŞê radest dikin

Birêveberîya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrîyayê 12 sêwîyên Fransî ku ji malbatên tundrew re çêbûne radestî şandeyeke hikumeta Fransayê kirin, AFP Duşemê (10ê Hezîranê) ragihand.

Zarok, yê herî mezin 10 salî ye, di kampên ku hîna bi deh hezaran kesên ji dawîn şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) revîyabûn de dijîn.

Hin berpirsine Kurd "12 sêwîyên ji malbatên DAIŞê radestî şandeyeke wezareta derve ya Fransayê kirin," berpirsê têkilîyên derve Ebdul Kerîm Omer di daxuyanîyekê de got.

Omer anî ziman ku radestkirin li bajarokê Eyn Îsayê Duşemê pêk hat û du zarokên sêwî yên Holandî jî radestî şandeyeke hikumeta Holandayê hatin kirin.

Wezareta karê derve ya Fransayê got ku zarokên sêwî Duşemê bo welatê xwe hatin şandin.

Wezaretê dîyar kir ku zarok -- komaduyem e ya ku ji Sûrîyayê ji Adarê ve vedigerin welatê xwe -- hemû "îzole û pir şikestî bûn," û da zanîn jî ku hinek ji wan nexweş an jî tûşî bedxwarinê bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500