Nûçeyên Iraqê

Golparêzekî ku bûye çekdarê opozîsyonê li Sûrîyayê tê bixaksipartin

Bi sedan tazîçî bixaksipartina golparêzekî Sûrî yê ku bû çekdarê opozîsyonê amade bûn Yekşemê (9êHezîranê) piştî ku ew ji ber birînên xwe mir di şerê li dijî hêzên rejîmê, AFP ragihand.

Ebdul Basit Sarût, ê 27 salî, roja Şemîyê koça xwe ya dawî kir piştî ew şeva Pêncşemê di pevçûnên li derdora herêma Idlibê ya dorpêçkirî de li bakurê-rojavayê Sûrîyayê birîndar bû.

Berî şer, Sarût golparêzekî taximê fotbolê yê niştîmanî yê ciwanan bû.

Dema ku xwepêşandinên aştîyane li dijî rejîmê dest pê kirin di sala 2011an de, ew bû stranbêjekî gelêrî û stranên protestobar li bajarê xwe Hums distirandin.

Lê piştî pêngaveke çewisandina protestoyan a dijwar ji alîyê hikûmetê ve, wî çek hilgirt milên xwe, û dawî tevlî koma opozîsyonê ya Ceyş Îza bû, ya ku wî ligel wê şer dikir dema ew birîndar bû.

Roja Yekşemê, bi sedan alîgir tevlî karwanekî navgînan bûn, karwanê ku laşê Sarût ber bi mizgefta gundê Dana ve li bakur-rojavayê Idlibê dibir.

Çalakgerên Sûrî û alîgirên opozîsyonê medyaya civakî li ber lehîya pesinên wî birin û wan ew wekî "golparêzê şoreşê" yan "bilbilê şoreşê" pesinand.

Sarût bû lehengê belgefilmê "Vegera bo Humsê", belgefilmê ku dahînerê wî yê Sûrî Telal Dêrkî xelat di Festîvala Sundace ya Sînemayî de di sala 2014an de wergirt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500