Nûçeyên Iraqê

Nûzîlanda mîsyona xwe ya ne-cengawerî li Îraqê kêm dike

Nûzîlanda meha tê dê dest bi kêmkirina mîsyona xwe ya ne-cengawerî li Îraqê bike û hêzên xwe yên dawî vegerîne welat di nîvê sala 2020an de, Serokwezîr Jacinda Ardern Duşemê (10ê Hezîranê) got.

Wiellington hin hêz di mîsyoneke rahînanê ya "pişt têlan" belav kirin di sala 2015an de daku şîyana Hêzên Ewlekarî yên Îraqî bilind bike di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, AFP ragihand.

Ardern got ku koma hêzan a piçûk, a teqrîben ji 95 kesan pêk tê, ya ku ligel artêşa Awstralî kar dike li baregeha serbazî ya Tacî li bakurê Bexdayê, mîsyona xwe bi dawî kir.

"Gava em behsa Îraqê bikin, çax hatiye ku em biçin," Ardern got, û anî ziman ku 44,000 karmend li baregehê hatine rahînankirin.

"Hêzên Awstralî û Nûzîlandî li Tacîyê ji dil kar kirin, ne tenê rahînan dabîn kirin, lê wan herwiha misoger kir ku rewşa hêzên ewlekarî yên Îraqî baş e û êdî dikarin di vî warî de li Tacîyê di pêşeroja nêz de pêbend bin."

Wê got ku hejmara hêzên Nûzîlandayê li Tacîyê dê dakeve heta 75an meha tê, di pişt re 45an di meha Kanûna Duyem a sala 2020an de, berî ku di meha Hezîrana sala tê de vekişin.

Wezîrê Berevanîyê Ron Mark anî ziman ku Nûzîlenda dê hejmara hêzên xwe kêm bike li tenîşt hembera xwe ya Awsralî.

Hîn Awstralîya tu daxuyanîyeke fermî derbarê kêmkirina hejmara hêzên xwe li Îraqê neweşandîye.

Peyvdarekî wezareta berevanîyê ya Awstralî şiroveyên Mark teqez nekirin, û bi tenê got "em dê karkirina li nêzî Nûzîlandayê berdewam bikin ji ber ew hêdî hêdî dest pê dike ji Îraqê vedikişe".

"Australîya bi awayekî rêzikî operasyonên xwe yên li derve li berçav derbas dike, û ew hewcedarîya hikûmeta Îraqî û rewşa operasyonên li ser erdê li ber çav digire" peyvdar anî ziman.

Îraq bêhtir seqamgîr û ewleh e ji dema derkirina DAIŞê di Kanûna Yekem a 2017an de, ji ber karînên baştir ên hêzên wê yên ewlekarîyê û hevahengîya wan bi komelgehên xwecihî re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500